Li Îranê du xwepêşander hatin darvekirin
Rejîma Îranê du ciwanên ku di dema xwepêşandanên herî dawî de hatibûn girtin, bi darve kir. Her wiha metirsiya darvekirinê li ser 10 xwepêşanderên din heye.
Rejîma Îranê du ciwanên ku di dema xwepêşandanên herî dawî de hatibûn girtin, bi darve kir. Her wiha metirsiya darvekirinê li ser 10 xwepêşanderên din heye.
Ajansa Mîzan ya ser bi desthilata dadweriya rejîma Îranê, li ser pêkanîna cezayê darvekirinê yê du girtiyan agahî belav kir.
Hate ragihandin ku di danê sibehê de rejîma Îranê, ciwanên bi navê Îrfan Esfendiyarî yê 18 salî û Gul Mihemed Mihemedî yê 23 salî ku di xwepêşanderên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatibûn girtin, li girtîgeha Esfehanê bi darve kir.
Li gorî heman agahiyan, metirsiya darvekirinê li ser hejmarek din xwepêşanderên ku bi tometa ‘dijberî û êrişa li ser dewletê’ bi cezayê darvekirinê hatine mehkûm kirin berdewame.
Hate destnîşankirin ku li gel her du ciwanên hatine darvekirin, 10 kesên din jî ku bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, ji beşa giştî ya girtîgeha Esfehanê şandine hucreyên yek kesî.
Ajansê da zanîn ku di heman dosyaya xwepêşanderên hatine girtin de, 59 kes hatine darizandin û 12 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Nasnameya 10 girtiyên ku di heman dosyayê de bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, wihane: “Elî Reza Sipahî-24 salî, Ebulfezlî Spahî-23 salî, Şêrwîn Baqiryan-18 salî, Emîr husên Seferî-27 salî, Emîr Husên Melekî- 19 salî, Elî Deştî- 19 salî, Ebulfezil Îbrahîmî- 18 salî, Elî Reza Reîsî- 21 salî, Emîr Husên Îbrahîmî- 19 salî.”